Siwêda-SANA
Parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr îro Sêşemê ligel nûnerê Rêveberîya Perwerdeyê ya parêzgehê, rewşa her du sektorên perwerde û hîndekarîyê gotûbêj kir.
Parêzgarîya Siwêdayê li ser rûpela xwe ya Telegramê dîyar kir ku di civînê de mekanîzmaya nûkirina peymanan ji bo xebatkarên bi peyman li rêveberîyê hat gotûbêjkirin, her wiha îmzekirina li ser xerckirina mûçeyên peymanên demkî pêk hat, wekî gaveke ku armanca wê aramkirina proseya hîndekarîyê û dabînkirina mafên kadroyên perwerdeyê ye.
Ev rêkar di çarçoveya rêze-şopandinên parêzgar de tê ji bo piştgirîkirina sektora perwerdeyê li Siwêdayê û rakirina wan astengîyên ku rûbirûyî xebatkaran dibin.