Heseke-SANA
Rêveberîya Perwerde û Hîndekarîyê li parêzgeha Hesekê îro Pêncşemê, ezmûna destnîşankirina asta dîyarker ji bo xwendekarên ku di dibistanên giştî de nehatine qeydkirin ji bo polên heşt û yazdehan pêk anî.
Rêveberê Perwerde û Hîndekarîyê li Hesekê Ednan El-Berî di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê dîyar kir ku ev derfet li ser bingeha daxuyanîya fermî ya Wezareta Perwerdeyê ji xwendekaran re hatiye dabînkirin. Ezmûn li dibistanên bajarên Heseke û Qamişloyê û her wiha li çend komelgehên perwerdehîyê yên li gundan hatin encamdan.
Hêjayî gotinê ye ku Rêveberîya Perwerde û Hîndekarîyê li parêzgeha Hesekê pêr roja Sêşemê, ezmûna destnîşankirina dîyarker ji bo xwendekarên neqeydkirî yên pola yazdehan a pîşeyî bi hemû beşên wê pêk anîbû.