Dera – SANA
Zêdetirî 6 kesan di şerekî komî de di navbera du malbatan de li bajarê El-Hirak li gundewarê rojhilatê Derayê birîndar bûn, berî ku Hêzên Ewlehîya Navxweyî navçîyê bikin û şer rawestînin.
Jêdereke ewlehîyê ji bo “SANA”yê tekez kir ku rewş li Derayê hatiye kontrolkirin û birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin. Jêderê zelal kir ku lêkolîn berdewam dikin û belavbûna hêzên ewlehîyê hatiye xurtkirin da ku aramîya herêmê were parastin û rê li ber dubarebûna nakokîyê were girtin.
Şahidên rûdanê dîyar kirin ku otomobîleke Hêzên Ewlehîya Navxweyî bi şaşî li ciwanekî xistiye di dema navçîkirinê de. Ev yek bû sedem ku hinek kesên li wir êrîşî otomobîlê bikin û wê bidin ber keviran.