Şam-SANA
Rêveberîya Giştî ya Berjewendîyên Xanûberan (eqar) li Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê ya Sûrîyê, xizmeta tomara xanûberan a elektronîk bi rêya sepana “Muamelatî” ya li ser telefonên destan û platforma elektronîk a “Enciz” da destpêkirin, bêyî ku pêwîstî bi çûyîna kesane bo nivîsgehên xanûberan hebe.
Rêveberê Navenda Xizmeta Welatîyan li Rêveberîya Giştî ya Berjewendîyên Xanûberan Temîm El-Qasim di daxuyanîyekê de dîyar kir ku ev xizmet niha parêzgehên Şam, Dera, Quneytira û Laziqîyê li xwe digire, û kar berdewam e ji bo berfirehkirina qada cografî da ku bi dû hev hemû parêzgehên Sûrîyê li xwe bigire.
Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê ya Sûrîyê gavên teknîkî yên pejirandî ji bo tomarkirinê destnîşan kirin; bikarhêner bi ketina nav dergehê xanûberan ê elektronîk di sepana “Muamelatî” de yan platforma elektronîk a “Enciz”ê de dest pê dike, paşê muameleyeke nû ava dike, û dê di paşerojê de hejmara xizmetên ku bi awayekî elektronîk tên pêşkêşkirin zêdetir bibe.