Şam-SANA
Hêzên Asayîşa Navxwe li parêzgeha Gundewarê Şamê kesê bi navê Ednan Rîyad Hemade yê bi nasnavê “Ibn El-Bêk” di kemîneke tekûz de girt. Ev yek piştî operasyoneke şopandin û çavdêrîkirina hûr û li ser bingeha zanyarîyên îstîxbaratî yên hevgirtî li ser cihê mayîna wî, pêk hat.
Wezareta Navxwe îro Duşemê ragihand: Tomarên lêkolînê yên kesê girtî nîşan dan ku ew di nav refên Firqeya Çaran de xebitîye, û ji şerên Xûtayê heta şerên rizgarkirinê binpêkirin li dijî sivîlan pêk anîne, û bûye sedema girtina hejmarek welatîyan.
Wezaretê zelal kir ku kesê girtî piştî rizgarkirinê tevlî refên komikeke çekdar bûye ku karê wan talankirin û dizîya bi hêza çekan bû berî ku ji ber çavan winda bibe, û destnîşan kir ku ew ji bo temamkirina rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wî, radestî alîyên pispor hatiye kirin.