Heseke – SANA
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê Newar Necme ji bo SANAyê:
Alozîyên dawî ku li parêzgeha Hesekê qewimîn, wekî bûyereke derbasbûyî têne hesibandin û wê bandorê li ser birêveçûna pêvajoya hilbijartinê li parêzgehê nekin; berîya du rojan biryara avakirina binkomîte û komîteya îtirazan li ser asta herêmên Hesekê û herêma Kobanê (Eynelereb)ê li parêzgeha Helebê hat derxistin.
Îro dema pêşkêşkirina îtirazan li ser endamtîya binkomîteyan bi dawî dibe. Ev binkomîte wê yekser dest bi karê xwe bikin ji bo hilbijartina endamên desteyên hilbijartinê li her sê herêmên Hesekê û herêma Eynelereb (Kobanê) li parêzgeha Helebê, di bin çavdêrîya rasterast a Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel de.
Pêvajoya hilbijartinê li parêzgeha Hesekê bi awayekî erênî dimeşe. Serkeftina vê pêvajoyê wê bibe alîkar di xurtkirina pêvajoya entegrasyona sîyasî, îdarî û ewlekarî li parêzgehê û bicihanîna xalên peymana 29ê Kanûna Duyem.
Derbarê derengketina civîna Encumena Gel, sedem ew e ku daxwazek ji bo lidarxistina hilbijartinan li her du parêzgehên Reqa û Hesekê heye; ev yek xisleta nûnertîyê ya Encumena Gel xurt dike û bawerîyeke zagonî ya mezintir dide biryar û qanûnên ku ji encama wê derdikevin.