Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Duşemê derbasî derdora devera bendava Ruweyhîne li gundewarê parêzgeha Quneytirayê yê bakur bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke peyade ya dagîrkerîyê ku ji 30 leşkeran pêk dihat, ber bi devera bendava Ruweyhîne ve derbas bûn, û hîn jî lê dimînin.
Îsraîla Dagîrker êrîşên xwe yên li ser axa Sûrîyê didomîne, û Peymana Veqetandinê ya sala 1974an û yasayên navnetewî û biryarên têkildar ên Netewên Yekbûyî, binpê dike, di heman demê de Sûrîyê van kiryaran şermezar dike, û bang li civaka navnetewî kir ku helwesteke tund nîşan bide da ku van êrîşan rawestîne.