Reqa-SANA
Komîteya Pişkinînê ji bo Destnîşankirina Zîyanan li Rêveberîya Çandinîyê ya Reqayê, bi serokatîya Hamid El-’Efdil, û bi hevkarîya daîreyên çandinîyê û yekîneyên rênimayî yên girêdayî wê, dest bi pêkanîna lêkolînên meydanî yên hûrbîn kir, ji bo nirxandina zîyanên ku di encama bilindbûna asta ava Çemê Firatê ya vê dawîyê de çêbûne.
Karên komîteyê armanc dikin ku zîyanên gihîştine zevîyên çandinîyê, berheman, torên avdanê û mal û milkên çandinîyê li çendîn deveran destnîşan bikin, wek amadekarîyekê ji bo girtina rêkarên pêwîst ji bo çareserkirina wan û sînordarkirina bandorên wan li ser sektora çandinîyê.
Rêveberîya Çandinîyê ya Reqayê, di daxuyanîyeka xwe de, tekez kir ku ev pêngav di çarçoveya desthilat û erkên Wezareta Çandinîyê de tê, bi awayekî ku beşdarîyê di sivikkirina barên ku ji ber şert û mercên dawî li ser cotkaran hatine ferzkirin bike, û piştgirîya berdewamîya pêvajoya hilberîna çandinîyê li parêzgehê bike.
