Heleb-SANA
Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê îro ragihand ku ragirtina geştên esmanî ji Balafirgeha Navdewletî ya Helebê û ber bi wê ve, heta saet 23:00ê roja Pêncşemê 8ê Kanûna Paşîn a 2026an hat dirêjkirin. Ev biryar ji ber armancgirtina taxên niştecihbûnê li bajarê Helebê ji alîyê rêxistina HSDê ve hat girtin.
Desteyê piştrast kir ku ev rêkareke xweparastinê û demkî ye, û dê li gorî her pêşketineke nû agahîyên nû belav bikin. Her wiha bang li geştyaran kir ku hûrgilîyên geştên xwe bi rêya kompanîyên firokevanîyê yên têkildar bişopînin.
Ji alîyê xwe ve, Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê îro ragihand ku hejmara qurbanîyên sivîl ku ji duh ve di encama armancgirtina taxên niştecihbûnê li bajarê Helebê ji alîyê rêxistina HSDê ve jîyana xwe ji dest dane, gihîştiye 4 kesan û hejmara birîndaran jî bûye 27 kes.