Heleb-SANA
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb bang li welatîyan kir ku di vê demê de berê xwe nedin taxa Şêx Meqsûdê. Wî destnîşan kir ku bi destpêkirina ketin û belavbûna hêzên Ewlehîya Hundirîn li taxê û bidawîbûna operasyonên paqijkirinê, tîmên Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan wê yek bi yek dest bi karên xwe yên xizmetguzarîyê û meydanî bikin.
Yekîneyên Ewlehîya Hundirînîro di demeke zûtir de dest bi belavbûna xwe li taxê kirin, di çarçoveya planeke hûr de ku armanca wê vegerandina ewlehî û aramîyê ye, piştî ku Artêşa Erebî ya Sûrîyê paqijkirina taxê bi dawî kir.
Yekîneyên navborî dest bi erkên parastina sivîlan, parastina mal û milkên giştî û taybet, û rêgirtina li ber her binpêkirin an dîmenên tevlihevîyê kirin, bi hevahengîya tam ligel yekîneyên Artêşa Erebî ya Sûrîyê yên li taxê belavbûyî.