Heleb-SANA
Nûnerê Serokomarîyê ji bo şopandina bicihanîna bendên peymana 29ê Kanûna Duyem ligel “HSD”ê, Emîd Zîyad El-Ayiş, ligel Parêzgarê Helebê Endazyar Ezam Xerîb û hejmarek serkirdeyên ewlehî û leşkerî li parêzgehê, mekanîzmayên hêsankirina vegera koçberan bo gund û bajarokên wan li nahîyeya Şîyûx û devera Efrînê li gundewarê Helebê gotûbêj kirin.
Berdevkê Komîteya Serokomarîyê Ehmed El-Hîlalî, di daxuyanîyekê de piştî hevdîtina ku îro Şemîyê pêk hat, got ku beşdaran mekanîzmayên vegerandina koçber û derbideran li deverên cuda gengeşe kir. El-Hîlalî hêvîya xwe anî ziman ku her koçber û derbiderek berîya hatina rojên Cejna Remezanê ya pîroz vegere herêma xwe û nav xizm û malbata xwe.

Hêjayî gotinê ye ku Serokomarîyê Emîd El-Ayiş wekî nûnerê serokomarîyê erkdar kiribû ji bo cîbicîkirina Peymana 29ê Kanûna Duyem ligel “HSD”ê, bi armanca pêkanîna yekbûnê (entegrasyonê), xurtkirina hebûna dewletê, rakirina astengîyan û çalakkirina xizmetên hikûmî ji bo welatîyan.