Heseke-SANA
Şandeke Wezareta Hundir a Sûrîyê, bi serokatîya Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Hesekê Emîd Merwan El-Elî û Rêveberê Îdareya Ewlekarîya Balafirgeh û Dergehan Eqîd Ehmed El-Ehmed, ligel Alîkarê Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl Emced Nexal, serdana balafirgeha Qamişlo li parêzgeha Hesekê kirin. Ev serdan wek amadekarîyekê ji bo radestkirina balafirgehê li gorî rêkeftina di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de û şopandina amadekarîyên pêwîst ji bo jinûve karkirina wê pêk hat.
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê Omer El-Huserî, tekez kiribû ku radestkirina Balafirgeha Qamişloyê gaveke serwerîparêz û geşepêdanê ya girîng e, ku herêma Cizîrê dîsa bi sîstema niştimanî ya balafirvanîyê ve girê dide. Her wiha destnîşan kir ku radestkirina balafirgehê birêvebirina esman û balafirgehan di çarçoveyeke sazûmanî ya hevgirtî de kom dike, ku ev yek ewledarîya esmanî xurt dike û piştevanîya geşepêdana aborî û xizmetguzarîyê dike.







