Şam-SANA
Nexweşxaneya Niştimanî ya Şedadê li parêzgeha Hesekê bi awayekî fermî ket xizmetê; piştî amadekirina planeke xebatê ya giştî, nexweşxane niha nexweşan pêşwazî dike û xizmetên bijîşkî pêşkêş dike.
Wezareta Tenduristîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku planê rêkxistina nobedarîyên kadroyên tenduristî, perestyarî (hemşîre) û teknîkî li xwe girtiye, da ku berdewamîya kar di nava 24 saetan de were dabînkirin.

Her wiha Wezaretê destnîşan kir ku nexweşxane niha bi kapasîteya xwe ya amade dixebite, heta ku di çend rojên bê de bijîşkên nû dest bi kar bikin. Hat dîyarkirin ku piştî gihîştina bijîşkên nîştecih (muqîm), ew ê yekser li ser beşan werin dabeşkirin da ku xizmeteke tenduristî ya temam û bêkêmasî were pêşkêşkirin.
