Heseke-SANA
Wezareta Çandinîyê destpêkirina pêngavên tevlîkirina sazîyên çandinîyê yên parêzgeha Hesekê ragihand, wekî cîbicîkirina Peymana 29ê Kanûna Paşîn ligel “HSD”ê.
Wezareta Çandinîyê îro Şemîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku, civînek bi beşdarîya Rêveberê Çandinîyê yê Hesekê Hayil El-Keleş û Mezlûm Hesen ê ku ji Desteya Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser raspartin, pêk hat, û tê de danîna planeke giştgir ji bo proseya tevlîkirinê li gorî pîvan û pêşîneyên dîyarkirî hate gotûbêjkirin.
Wezaretê destnîşan kir ku biryar hat dayîn ku wekî yekemîn pêngav di vê rêçê de dest bi tevlîkirina Rêveberîya Çandinîyê bikin, ew jî di nava atmosfereke erênî û lihevkirineke tam li ser rêkarên pêwîst ji bo xurtkirina hevahengîyê di navbera rêveberîyên cuda de û misogerkirina serkeftina proseyê pêk hat.
Her wiha wezaretê bal kişand ser wê yekê ku civînê mekanîzmaya belavkirina “Bawernameyên Jêderê” li ser daîreyên çandinîyê, û rêyên bazarkirina berhemên çandinîyê gengeşe kirin, bi giranîdayîna ser birêxistinkirina kar û bilindkirina asta hevahengîyê di navbera alîyên peywendîdar de.
Di heman demê de, civînê amadekarî û rêkarên pêwîst ji bo wergirtina berhema genim, û mekanîzmayên hevahengîyê ji bo misogerkirina birêveçûna operasyonên wergirtin û bazarkirinê bi şêweyê herî baş nirxandin; bi awayekî ku beşdarîyê di serxistina werza çandinîyê de bike.
Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Sûrîyê di 29ê Kanûna Paşîn a borî de, lihevkirina ligel “HSD”ê li ser agirbesteke di çarçoveya peymaneke giştgir de ragihandibû, ligel têgihiştina li ser proseya tevlîkirina zincîreyî ya hêzên leşkerî, îdarî û sazîyên Rêveberîya Xweser di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de.