Hesekê-SANA
Îro Duşemê, Hêzên Ewlekarîya Hundirîn derbasî bajarê Hesekê bûn. Ev yek wekî pêkanîna lihevkirina ku di navbera dewleta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de hatibû îmzekirin, pêk hat.
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Hesekê Emîd Merwan El-Elî di daxuyanîyekê de ragihand: “Ev pêngava han di çarçoveya qonaxa yekem a pêkanîna lihevkirina 18ê Kanûna Duyem de tê, ku di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de hatiye îmzekirin.”
El-Elî her wiha anî ziman ku derbasbûna hêzê bi hejmareke sînordar ji endam û wesayîtan û bi koordînasyoneke tam bi HSDê re çêbû. Dîyar jî kir ku ev hêz (HSD) wê li gorî bendên lihevkirinê, gav bi gav li ser mîlaka Wezareta Hundirîn a Komara Sûrîyê werin tomarkirin.
El-Elî di dawîya axaftina xwe de got ku qonaxa duyem a lihevkirinê wê sibe Sêşemê dest pê bike û heman hejmara hêzan derbasî bajarê Qamişloyê bibe. Piştî wê jî wê qonaxên din bên da ku bendên mayî werin temamkirin, ku ya herî girîng tevlîkirina HSDê û Ewlekarîya Hundirîn di nav pêkhateya fermî ya Wezareta Hundirîn a Sûrîyê de ye.



