Idlib-SANA
Hevjîna birêz Serok Ehmed El-Şeri’, xanim Letîfe El-Dirûbî, beşdarî merasîma destpêkirina “Bernameya Niştimanî ya Xweparastina ji Penceşêra Malzarokê li Sûrîyê” bû. Ev merasîm ji alîyê Rêxistina “Dest bi Dest ji bo Alîkarî û Geşepêdanê” (HIHFAD) ve, bi serpereştî û çavdêrîya Wezareta Tenduristîyê û Rêveberîya Tenduristîyê ya Idlibê û bi hevkarîya Dezgeha “David Nott”ê hat lidarxistin.
Ev merasîm wekî ragihandineke fermî ya destpêkirina xizmetên destnîşankirina pêşwext û xizmetên parastinê ji bo tenduristîya jinan tê dîtin. Her wiha qonaxeke niştimanî ya girîng e di rêya bilindkirina asta tenduristîya jinan de, bi rêya pêşkêşkirina xizmeteke destnîşankirinê ku berê nebû û dê ji navendeke tenduristîyê ya ser bi Wezareta Tenduristîyê ve li bajarê Idlibê dest pê bike.






