Hesekê – SANA
Parêzgarê Hesekê Nûrredîn Ehmed, her tevgereke bêberpirsîyar a ku zîyanê bide yekîtîya niştimanî yan jî hevgirtina civakî têk bide, şermezar kir. Birêz Ehmed îro Şemîyê (21ê Adara 2026an) bang li welatîyan kir ku bi berpirsyarî tev bigerin, rêzê li sembolên niştimanî bigirin û nekevin pey hewldanên gurkirina fîtneyê.
Daxistina ala niştimanî ji hêla kesekî ve di dema pîrozbahîyên cejna “Newrozê” de li Kobanê, bû sedema pêleke mezin a nerazîbûnên gel. Welatîyan ev bêhurmetîya li hemberî sembola welat şermezar kirin, di heman dema ku fermandarîya Ewlehîya Navxweyî li Helebê soz da ku dê sûcdar ji alîyê yasayî ve were şopandin.