Şam- SANA
Wezareta Tendurustîyê ya Sûrîyê îro tekez kir ku pergala wê ya tendurustîyê li parêzgeha Helebê amade ye ji bo rûbirûbûna her rewşeke awarte û misogerkirina bersivdaneke bilez û bibandor, bi rêya xurtkirina şîyanên ambûlans û hawarçûnê û gurkirina hevahengîya bi alîyên pêwendîdar re.
Rêveberê Rêveberîya Veguhastin, Ambûlans û Hawarçûnê li Wezaretê Dr. Necîb El-Nesan di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku rêveberîyê deh ambûlans amade kirine û li ser xalên girîng belav kirine, û bal kişand ser bilindkirina asta amadebaşîya beşên din ên hawarçûnê.
El-Nesan piştrast kir ku Wezareta Tendurustîyê hewldanên xwe berdewam dike ji bo dabînkirina baştirîn xizmetên tendurustîyê ji welatîyên Helebê re, û banga pêwendîya demildest bi pergala ambûlansa bilez re li ser hejmara 110 an jî 021110 kir dema ku her birîndarîyek çêbibe.
Wezaretê îro di demeke zûtir de bang li welatîyên li herêmên ku di bin bandora êrîşên rêxistina HSDê de ne kiribû ku di asta herî bilind de hişyar bin, li cihên ewle bimînin û ji eywan û pencereyan dûr bikevin.