Hims-SANA
Desteya Niştimanî ya Windayan, bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar û bi beşdarîya Parastina Sivîl a Sûrîyê ya li Himsê, li taxa Kerem El-Zeytûnê ya bajarê Himsê nirxandineke meydanî ya destpêkê pêk anî. Ev gav wekî bersivekê li ser agahdarkirina şênîyan a derbarê gumana hebûna cihekî ku dibe bermahîyên mirovî tê de hebin, hat avêtin.
Desteyê roja Sêşemê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê zelal kir ku ev nirxandin ji bo destnîşankirina daxwazên bersivdana teknîkî, lojîstîkî û qanûnî yên pêwîst hatiye kirin, wekî amadekarîyekê ji bo avêtina pêngavên guncav li gorî pîwerên pîşeyî û qanûnî yên pejirandî, û bi awayekî ku parastina delîlan (belgeyan) misoger bike û rûmeta qurbanîyan biparêze.
Desteyê tekez kir ku serederîkirina bi van agahdarkirinên hanê re di çarçoveya nêzîkatîyeke mirovî û pîşeyî de tê kirin ku mafê malbatan di zanîna rastîyê de li ber çavan digire, û bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar e, bi rengekî ku beşdarî eşkerekirina çarenivîsa windayan û parastina silametîya rêkarên belgekirin û piştrastkirinê bibe.