Heleb-SANA
Desteya Operasyonan di Artêşa Erebî ya Sûrîyê de ragihand ku artêşê dest bi tu operasyonên pêşveçûnê ber bi herêmên di bin kontrola rêxistina HSDê ve nekiriye û hîn jî derketina welatîyan ji taxên Eşrefîyê û Şêx Meqsûdê dabîn dike.
Desteyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê eşkere kir ku rêxistina HSDê welatîyan di dema derketina wan ji taxan de dike armanc, da ku rê li ber derketina wan bigire.
Desteyê axaftina xwe wiha qedand: “Di demeke nêzîk de dê ewlehî û aramî li taxên Eşrefîyê û Şêx Meqsûdê bi awayekî guncav were çespandin, ji bo parastina xelkê ji zilm û zora rêxistina HSDê.”