Heleb-SANA
Devera Minbicê îro Pêncşemê vekirina sê navendên hewandinê ragihand. Ev navend ji bo pêşwazîkirina şênîyên ku bi rêya korîdora mirovî ji wan deverên ku dê bibin cihê operasyonên serbazî yên hûr ku ji alîyê Artêşa Erebî ya Sûrîyê ve ji bo rizgarkirina wan ji rêxistina HSDê tên meşandin, hatine amadekirin.
Deverê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku her sê navend ev in: Mizgefta El-Feth, El-Sînaea, û El-Şer’îye. Armanc ji vekirina van navendan dabînkirina cihên ewle û pêşkêşkirina xizmetên bingehîn e ji bo şênîyan di heyama operasyonan de.
Berî niha, Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê vekirina korîdoreke mirovî bi rêya gundê Hemîme li ser rêya sereke ya M15ê ku bajarê Dêr Hafirê û bajarê Helebê bi hev ve girê dide ragihandibû, ku dê ji saet 9ê sibehê heta saet 5ê êvarê vekirî be.
Lê rêxistina HSDê rê li ber derketina sivîlan ji hundirê bajarê Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê digire û HSDê nahêle ew di korîdora mirovî de ku ji alîyê Desteya Operasyonan ve hatibû dîyarkirin derkevin.