Dera-SANA
Şaxê Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdanê li Derayê çar navend ji bo wergirtina genim ji cotkaran ji bo demsala çandinîyê ya îsal 2026an dîyar kirin.
Rêveberê şaxê dexlûdanê li Derayê endazyar Yehya El-Bermawî di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Pêncşemê dîyar kir ku navend li Îzre, El-Senemên, Newa û Busra El-Şamê hatine dabeşkirin. Wî da zanîn ku navenda Îzre ji bo wergirtina genimê dugma bi karîna embarkirina nêzîkî 85 hezar tonî hatiye veqetandin, lê navenda El-Senemênê genim bi çewal û bi karîna nêzîkî sê hezar tonî werdigire.
El-Bermawî eşkere kir ku niha şax genimê ku di sayloya Îzre de depo kiriye ber bi parêzgehên din ve dişîne, da ku cih ji bo berhema demsala nû vala bibe. Wî tekez kir ku şîyana şaxê heye ku birên mezin ên genim werbigire, ev yek jî li gorî mekanîzmayeke wergirtinê ya hemwext ligel şandina berdewam a genimê berê ji bo çêkirina valahîyan pêk tê.