Laziqîyê-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê bi hevkarîya şaxê têkoşîna li dijî terorê, tawankar Numeyir El-Esed û hejmarek çeteyên wî girtin.
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê, Emîd Ebdulezîz El-Ehmed, îro di daxuyanîyekê de got: “Wekî berdewamîya hewdanlên ewlehîyê ji bo pêkanîna ewlehî û aramîyê, û li ser bingeha agahîyên rast û şopandina meydanî, yekîneyên me yên ewlehîyê di Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn de li herêma Qerdahayê, bi hevkarîya şaxê têkoşîna li dijî terorê, karîn tawanbar Numeyir Bedî’ El-Esed, birayê Wesîm Bedî’ El-Esed, û çeteyên wî piştî kuştina welatî Rebî’ Hemîşe û hewldana revandina zarokê bi navê Emar Hemîşe ji stasyoneke sotemenîyê li gundê Dibeyqa li gundewarê Qerdahayê, bigirin.”
El-Ehmed destnîşan jî kir ku lêpirsînan derxistiye holê ku tawankar pêwendîya xwe ya bi serê rejîma revîyayî re ji bo avakirin û birêvebirina torên terorîstî yên birêxistinkirî bi kar anîye. Her wiha hatiye piştrastkirin ku wî çavdêrîya kargehên çêkirin, belavkirin û qaçaxçîtîya madeyên hişbir bo welatên cîran kiriye, her wiha têkilîya wî bi êrîşa çekdarî ya ku di Adara borî de li dijî baregehên Hêzên Ewlekarîya Hundirîn û Wezareta Bergirîyê li bajarokê Silinfeyê li gundewarê Hefê pêk hatibû, heye.
Navborî ragihand ku tawankar Numeyir El-Esed ji bo Rêveberîya Têkoşîna li dijî Terorê hatiye şandin ji bo temamkirina lêpirsînan û wergirtina tedbîrên qanûnî yên pêwîst, wekî amadekarîyekê ji bo pêşkêşkirina wî ji dadgeha taybetmend re da ku sizayê xwe yê dadmend li gorî qanûnê wergire.