Waşington-SANA
Tîmeke lêkolînerên li Peymangeha Teknolojîyê ya Massachusetts (MIT) modeleke pêşketî ya şaneyên çêkirî pêş xistin, ku dikarin zirara digihîje perdeyên wan bi awayekî xweber çak bikin.
Li gorî lêkolîna ku di kovara zanistî ya “Nature Communications”ê de hatiye weşandin, ev şaneyên nû bi rêya bikaranîna pêkhateyên perdeyî yên nerm ku bi molekulên hestîyarîya bîyolojîk hatine piştgirîkirin hatine sêwirandin, ev yek dihêle ku şane tavilê zîyana çêbûyî nas bike.
Pisporên zanistî tekez dikin ku ev pêşketin dergehê qonaxeke nû di pêşxistina pergalên bîyolojîk de vedike, ku dikarin xwe ligel jîngehên aloz biguncînin û bêyî destwerdana derveyî xwe çak bikin. Her wiha tevlihevkirina van teknolojîyan di warên çêkirina şaneyên laş û gihandina dermanan de dibe ku veguhertineke kalîteyî di rêbazên dermankirinê yên pêşerojê de pêk bîne.