Şam-SANA
Wezareta Navxwe tekez kir ku yekîneyên wê yên ewlehîyê li parêzgeha Gundewarê Şamê, bi hevkarîya Dezgeha Hewalgirîya Giştî, rêzeoperasyonên hûrbîn li dijî şaneyeke terorîst encam dan. Ev şane di pêkanîna çendîn êrişan de li ser devera Mezê û balafirgeha wê ya leşkerî beşdar bûbû û di encama van operasyonan de şane bi temamî hat hilweşandin û hemû endamên wê hatin girtin.
Wezaretê ragihand ku di lêkolînên destpêkê de ligel girtîyan, derket holê ku peywendîya wan bi hin alîyên derve re heye. Her wiha hat eşkerekirin ku çavkanîya mûşek û sekoyên avêtinê yên ku di êrişan de hatine bikaranîn, ligel dronên ku hatine desteserkirin, girêdayî milîsên Hizbulaha Libnanî ne.
Wezîrê Navxwe yê Sûrîyê Enes Xetab duh Şemîyê li ser hesabê xwe yê Xê got: “Ew tawanbarên ku ji bo têkdana ewlehî û aramîyê çend caran devera Mezê û balafirgeha wê ya leşkerî kiribûn armanc, îro di destê hêzên me yên ewlehîyê de ne.”











