Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê, îro Yekşemê, ragihand ku ew dê ezmûna berbijêrîyê ji bo xwendekarên serbest ên ku dixwazin ezmûnên bawernameya bekelorya giştî bi her du beşên wê yên zanistî û wêjeyî pêşkêş bikin ji bo gera sala 2027an ji nû ve çalak bike.
Beşê Wêjeyî
Wezaretê di rûpela xwe ya fermî de li ser Telegramê bi giştînameyeke ku ji bo hemû rêveberîyên perwerde û fêrkirinê yên li parêzgehan hat şandin dîyar kir ku xwendekarên serbest ên ku dixwazin xwe ji bo ezmûnên bawernameya bekelorya giştî, beşê wêjeyî, tomar bikin, dê beşdarî ezmûnekê bibin ku biranşên zimanê Erebî, felsefe, dîrok û erdnîgarîyê dihewîne. Pileyên ezmûnê ji 100 pileyî ne, 40 pile ji bo zimanê Erebî û 20 pile ji bo her yek ji felsefe, dîrok û erdnîgarîyê.
Beşê Zanistî
Wezaretê da zanîn ku xwendekarên serbest ên ku dixwazin ezmûnên beşê zanistî pêşkêş bikin, dê ew jî beşdarî ezmûneke tenê bibin ku biranşên bîrkarî, zimanê Erebî, zindînasî û fîzîkê dihewîne. Pileyên ezmûnê ji 100 pileyî ne û bi vî rengî tên belavkirin: 40 pile ji bo bîrkarîyê, 30 pile ji bo zimanê Erebî û 15 pile ji bo her yek ji zindînasî û fîzîkê.
Dîroka ezmûnê û beşên ku nakevin ber
Wezaretê amaje pê kir ku xwendekarên serbest ên dubareker an jî yên ku di gerên berê de bi bin ketine, her wiha xwendekarên serbest ên ku rêzxwendin ji bo polên yekem û duyem ên amadehî bi dest xistine, nakevin ber biryarên ezmûna berbijêrîyê.
Wezaretê meha Kanûna Yekem a sala 2026an wekî dîroka pêkanîna ezmûnê destnîşan kir, ku dîroka pêkanîna wê dê bi biryareke din paşê bê diyar kirin. Di heman demê de rêveberîyên perwerde û fêrkirinê yên li parêzgehan, berpirsyarîya dîyarkirina navendên azmûnê digirin ser xwe da ku li navendên parêzgehan bin.