Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê dîyar kir ku wê ji bo berjewendîya xwendekaran, bi baldarî peyv û nîqaşên li ser torên civakî yên derbarê azmûna bîrkarîyê ya bawernameya amadeyî ya giştî (Beşa Zanistî) de şopandine.
Wezaretê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku wê çavgirtî hin nimûneyên kaxizên bersivdanê li pênc parêzgehan bijartine û li ser sekinîye, û encamên destpêkê yên erênî nîşan dane. Li gorî wan, tê texmînkirin ku rêjeya serkeftinê nêzîkî 70% bûye û ji ya sala borî ku 66% bû bilindtir e.
Wezaretê tekez kir ku karên sererastkirina pelên azmûnê li gorî pîwerên pejirandî û encamên rastîn berdewam in, dûrî bandora nêrînên belavbûyî. Her weha bang li xwendekaran kir ku azmûnên xwe bi bixwebawerî û aramî berdewam bikin, û guh nedin gotegot û çavkanîyên agahdarîyan yên nefermî.