Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê ya Sûrîyê bang li xwendekarên her du bawernameyên xwendina bingehîn û lîseya giştî kir ku di dema pêşkêşkirina ezmûnên dewreya sala 2026an de pabendî komek rênima û agahîyên ezmûnî bin, bi awayekî ku silametîya rêkarên ezmûnî misoger bike û yekpakî û wekhevîya derfetan di navbera hemû xwendekaran de biparêze.
Wezaretê di vîdyoyeke hişyarkirinê de ku li ser platformên xwe yên fermî weşandiye, pêwîstîya pabendbûna bi agahîyên ku proseya ezmûnê birêkûpêk dikin ronî kir, û tekez kir ku divê xwendekar di dema wergirtina deftera bersivan de piştrast bin ku hevoka “Ezmûna Bawernameya Xwendina Bingehîn an Xwendina Lîseyê dewreya sala 2026an” li ser bergê pêşîn heye. Her wiha divê piştrast bin ku maddeya li ser defterê hatiye nivîsandin bi maddeya wê rojê re li hev dike, da ku ji her şaşîtîyekê ku dibe bandorê li proseya rastkirinê bike dûr bikevin.
Wezaretê tekez kir ku pêwîst e navê sêyane û madde tenê di xaneyên dîyarkirî de bên dagirtin, û nivîsandin divê ji rastê ber bi çepê ve be, ji bilî zimanên bîyanî. Her wiha destnîşan kir ku divê bersiv bo deftera fermî bên veguhastin ji ber ku kaxezên reşnivîsê nayên rastkirin.