Şam-SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî muqedemê îstixbaratên rêjîma berê Silêman Ehmed Hesen di operasyoneke ewlehîyê de girt, operasyonê jî xwe spart şopandin û çavdêrîyeke hûr ji bo liv û tevgera wî.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî, îro Yekşemê, da zanîn ku lêpirsînên destpêkê nîşan da ku kesê navborî di nav refên Liqê Îstixbarata Leşkerî de kar kiriye û posta serokê beşê lêpirsînê, piştre serokê beşê karûbarên qanûnî li “Liqê 248an” wergirtiye ku ew berpirsê rasterast bû yê birêvebirina lêpirsînên navendî yên girêdayî dozên xwepêşandanan, dosyeyên opozîsyonê û efserên veqetîyayî di salên şoreşê de.
Her wiha Ewlehîya Navxweyî amaje pê kir ku ji bo temamkirina rêkarên qanûnî derheqê wî de lêpirsîn bi kesê girtî re berdewam in da ku piştre li gor rêzik û isûlan wî ji bo dadwerîya pêwendîdar veguhêzin.