Şam-SANA
Wezareta Dadê tekez kir ku pesendkirina betalkirina Dadgeha Terorê û pûçkirina hukim û biryarên wê, ji alîyê Encumena Gel a Sûrîyê ve, pêngaveke sereke ye ji bo rakirina şopên dadgehên awarte yên rejîma berê û çareserkirina encamên yasayî û mafî yên ku li pey xwe hiştine. Ev gav jî, bi prensîbên desthilata yasayê û garantîkirina maf û azadîyan re hevgirtî ye.
Îro Yekşemê, Wezaretê di daxuyaniyekê de anî ziman: “Li gor biryarên Ragihandina Destûrî, Encumena Bilind a Dadwerîyê ji 17ê Nîsana 2025an ve dest bi avakirina komîteyên dadwerî yên pispor kiriye, da ku dosya li gor usûlê bên lêkolînkirin û çareserkirin. Mebesta jê jî, hêsankirina karûbarên welatîyan, vegerandina mafan û çareserkirina bandorên ji mîrateya dadgehên awarte derketine.