Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê piştrast kir ku destpêka sala xwendinê ya 2026–2027an bûye şahida vegera hejmarek berbiçav a xwendekarên Sûrî yên penaber û koçber bo dibistanên xwe.
Ev yek wekî nîşaneke erênî ya vegera jîyanê bo nav dibistanan û zêdebûna balpêdana malbatên Sûrî li ser perwerdeyê hate nirxandin.
Wezaretê di daxuyanîyeke xwe ya îro Çarşemê de, ku kopîyek jê gihîştîye SANAyê, da zanîn ku kar û hewldanên çareserkirina arîşeyên ku ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran derketine holê, her wiha ji bo dabînkirina pêdivîyên proseya hînkirinê bênavber didomin.
Wezaretê dîyar kir ku hejmara xwendekaran di sala 2026an de gihîştiye nêzîkî 5 milyon û 291 hezar xwendekarî (keç û kur), lê ev hejmar di sala 2025an de 4 milyon û 125 hezar û 650 xwendekar bû.
Her wiha tê çaverêkirin ku hejmara xwendekaran di sala 2027an de bigihîje derdora 6 milyonan.