Şam-SANA
Wezareta Perwerdehîya Bilind û Lêkolînên Zanistî ew nûçeyên ku têne belavkirin derbarê hebûna her cure cudahîyê di navbera bawernameyên ku ji alîyê Zanîngeha Helebê ya Dayik ve hatine dayîn û bawernameyên ku piştî yekkirinê bi xwendekarên Zanîngeha Helebê ya Azad a berê hatine dayîn, red kir.
Rêvebirê Ofîsa Ragihandinê li wezaretê, Ehmed El-Eşqer, duh Sêşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku mersûma bi hejmara (195) ya sala 2025an, ku biryara yekkirina Zanîngehên Helebê li herêmên rizgarkirî di nav Zanîngeha Helebê de dide.
Ji alîyê xwe ve, serokatîya Zanîngeha Helebê bang li hemû xwendekarên ku pirsîyar an gilîyekî wan derbarê bawernameyên wan de hebe kir ku rasterast serî li zanîngehê bidin, tekez jî kir ku hemû daxwazname li gorî rêgezên pejirandî û bi awayekî ku parastina mafên wan bi temamî misoger bike, tên çareserkirin.