Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Merwan El-Helebî, ragihand ku encamên mufadeleya pizîşkî ya yekbûyî îro Sêşemê di rêya malpera fermî ya wezaretê re hatin ragihandin. Wezîr tekez kir ku hemû karûbarên teknîkî bi hûrbînî û zelalî hatine temamkirin da ku mafên xwendekaran bên parastin.
Wezîr dîyar kir ku wezaret dê paşê her du mufadeleyên “dagirtina valahîyan” û “guhertina taybetmendîyê” li gorî rêzikên akademîk ên ku berjewendîya xwendekaran li ber çavan digirin, derxe.
Hêjayî gotinê ye ku qeydkirina elektronîk ji bo mufadeleyê bi hevahengîya ligel Wezareta Tenduristîyê di mehên Adar û Nîsana borî de hatibû kirin; tîmên teknîkî ji bo bidestxistina encaman bi pîvanên herî bilind ên dadperwer û cihê bawerîyê, xebatên xwe berdewam kirin.