Şam-SANA
Îro Sêşemê, li hola Zanîngeha Şamê çalakîyên “Konferansa Navneteweyî ya Afirînerîyê di Çavdêrîya Tenduristî û Lêkolînên Zanistî de” dest pê kir.
Ev konferans ji hêla Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ve, bi hevahengîya Rêxistina Alîkarîya Mirovî ya Transatlantîkê (AHR) tê lidarxistin.
Bernameya konferansê gelek mijarên sereke li xwe digire; ji wan: jinûavakirina kadroyên tenduristîyê û perwerdeya bijîşkî, karkirina nexweşxaneyan di bin şert û mercên giran de, her wiha afirînerî û tenduristîya dîjîtal.
Di encamê de, maseyeke gilover dê li ser pêşgavîyên çavdêrîya tenduristîyê, erkên sazîyan, piştgirîya domdar a rêxistinên nehikûmî û nexşerêya hevkarîyên sala bê were lidarxistin.
Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî di axaftina xwe de destnîşan kir ku nerîna wezaretê li ser bingeha veguherîna perwerdeyê ava bûye; ango derbasbûna ji perwerdeya teorîk a klasîk ber bi perwerdeya li ser bingeha jêhatîbûn, berpirsyarî û bawerîyê.

El-Helebî her wiha tekezî li ser giringîya jinûvesêwirandin û pêşxistina perwerdeya bijîşkî kir, ku ji salên destpêkê yên zanîngehê û rahênanên klînîkî dest pê dike û heta asta pisporî û perwerdeya bijîşkî ya berdewam diçe.

