Parêzgehan-SANA
Îro Şemîyê sibehî, ezmûnên lîseya giştî bi her du beşên xw; zanistî û wêjeyî, lîseya şerî, û lîseya pîşeyî bi hemî beşên xwe; pîşesazî, bazirganî û hunerên jinan (nesewî), ên gera sala 2026an, li 1570 navendên ezmûnê yên ku li parêzgehên cuda cuda yên Sûrîyê belav in, dest pê kirin.
Hejmara xwendekarên ku serlêdana van ezmûnan kirine gihîşt nêzî 369 hezar xwendekarên kur û keç, ku wiha hatine dabeşkirin: 215,258 xwendekarên beşa zanistî, 127,343 xwendekarên beşa wêjeyî, û 23,267 xwendekarên pîşeyî bi beşên xwe yên cuda ve, ji bilî 2,728 xwendekarên lîseya şerî.

Di gereke xwe çavdêrîyê de li ser hejmarek dibistanan li parêzgeha Quneytirayê, Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko li birêveçûna proseya ezmûnê agahdar bû, û her wiha guh da nêrînên xwendekaran derbarê asta pirsan, zelalîya wan û guncawbûna wan ji bo dema veqetandî.
