Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind a Sûrîyê ragihand ku Banka Geşepêdana Îslamî (Erebistana Siûdî) ji bo sala 2026 – 2027an bûrsên xwendinê dide, ku ev bûrs ji bo lêkolînên doktorayê û piştî doktorayê di warên teknolojîya pêşketî de hatine veqetandin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê zelal kir ku xwendekar û lêkolîner dikarin bi rêya malpera elektronîkî serlêdanê bikin da ku ji van bûrsan sûd wergirin.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku dema herî dawî ya qeydkirinê 31-01-2026 e, û destnîşan kir ku kesên daxwazker dikarin agahîyên taybet bi qeydkirinê ve bi serdana malpera fermî ya Banka Geşepêdana Îslamî bibînin.
Banka Geşepêdana Îslamî (navenda wê li Cide ye, sala 1975an hatiye avakirin) sazîyeke darayî ya navdewletî ye ku piştgirîya geşepêdana aborî û civakî ya welatên endam dike, û yek ji alîyên herî girîng e ku bûrsan dide xwendina zanîngehê û xwendina bilind.