Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê îro Yekşemê ezmûnên nivîskî yên qebûlkirinê ji bo xwendekarên ku dixwazin beşdarî dibistanên xwendekarên jîr bibin ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an pêk anîn.
6543 xwendekarên kur û keç ji parêzgehên cuda cuda yên Sûrîyê, ji bo polên heftem, heştem û nehem ên qonaxa perwerdeya navîn a giştî û şer’î, ligel polên yekem, duyem û sêyem ên qonaxa amadeyî, beşdarî ezmûnan bûn.
Rêveberê Çavdêrî û Rênîşandanê li Wezaretê Mehmûd Hebûb ji SANAyê re dîyar kir ku ezmûn 100 pirsên pirbijarte li xwe digire û balê dikişîne ser nirxandina şîyanên zihnî, astên jîrîtîyê û berhema zanistî ya komkirî li cem xwendekaran di babetên bingehîn de.
Hebûb da zanîn ku ezmûn li dibistan û navendên pejirandî yên parêzgehên cuda cuda bi awayekî asayî û bêyî tomarkirina tu pirsgirêkan bi rê ve çûn.
Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku wezaret di amadekirina pirsan de pişta xwe bi ezmûnên komkirî yên kadroyên xwe ve girê daye, bi awayekî ku giştgirî û guncawbûna wan ji bo astên zanistî û temenî yên xwendekarên beşdar misoger bike.




