Şam – SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ragihand ku dema pêşkêşkirina belgeyên rapirsînê yên taybet bi xwendekarên Sûrî yên ku li Misrê dixwînin û dixwazin xwendina xwe li welatê xwe berdewam bikin, ta roja Yekşemê 19ê vê Tîrmehê hatiye dirêjkirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku îro Pêncşemê bi rêya kenala xwe ya Telegramê belav kiriye, eşkere kir ku ev dirêjkirin dê heta şeşê êvarî berdewam bike û wekî derfeta dawî ye.
Her wiha bang li xwendekarên ku dixwazin sûdê ji vê destpêşxerîyê wergirin kir ku di zûtirîn dem de bi rêya lînka elektronîk ya dîyarkirî daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin.