Şam-SANA
Peymangeha Bilind a Zimanan a Zanîngeha Şamê, roja Çarşemê 11/2/2026an, saet 12:00ê nîvro, wekî dema pêkanîna ezmûna zimanê bîyanî ji bo qeydkirina pileya masterê destnîşan kir.
Peymangehê di daxuyanîyekê de ku kopîyeke wê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku qeydkirina ji bo ezmûnê ji roja Duşemê 2/2/2026an dest pê dike û heta roja Pêncşemê 5/2/2026an berdewam dike, û got ku qeydkirin di navbera saet 09:00ê sibehê heta 12:00ê nîvro de ye, li navenda peymangehê û bi amadebûna xwedîyê qeydê bi xwe tê kirin.
Peymangehê da zanîn ku belgeyên tên xwestin ev in:
Daxwaznameyeke nivîskî ji “Take Pencereya peymangehê”, ku pûla darayî û ya lêkolînên zanistî lê hatibe xistin.
Fatureya xerca qeydkirinê ya ezmûna ziman ji bo pileya masterê bi bihayê (40 hezar lîreyên Sûrîyê), ku ji take pencereya peymangehê tê wergirtin û xwendekar dikare li şaxekî Banka Eqarî bide.
Wêneyê nasnameyê an qeyda sivîl (îxrac qeyd) û wêneyê kesane li ser hebe.
2 wêneyên kesane yên nû.
Wêneyekî pejirandî (tesdîqkirî) yê bawernameya derçûnê an wêneyekî pesendkirî yê belgeya derçûnê, bi mercê ku pileya serkeftinê herî kêm “Baş” be.
Serkeftina di vê ezmûnê de mercekî bingehîn e ji bo qeydkirina di bernameyên Master û Doktorayê de li zanîngehên Sûrîyê.
Serlêdana ji bo mufadeleya xwendina bilind heta 5ê Sibatê bi rêya lînka elektronîk a taybet berdewam dike.