Şam-SANA
Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûrîyê Merwan El-Helebî dûpat kir ku nêzîkî 18 hezar bawernameyên zanîngehên taybet li Sûrîyê hatine pejirandin. Di nav wan de ew bawernameyên ku ji ber ezmûna bijîşkî ya yekbûyî ji bo hemû salên borî hatibûn rawestandin, ev yek li ser bingeha biryara hejmar 194 ya 2025an hat encamdan.
Wezîr El-Helebî duh Duşemê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ronahî xist ser vê babetê û dîyar kir ku ev pêngav di çarçoveya şopandina rasterast a dosyayên xwendekar û derçûyan de tê, û wekî beşek ji hewldanên wezaretê ji bo çareserkirina dosyayên rawestîyayî, da ku mafên wan ên akademîk werin parastin û tevlîbûna wan di qadên kar û xwendina bilind de li hundir û derveyî Sûrîyê bi lez bê kirin.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku wezaret bi lezeke mezin karê xwe li ser dosyayên cuda yên akademîk û xizmetguzarîyê berdewam dike, ji bo pêşvebirina karîna sazîyan û pêşkêşkirina baştirîn xizmetên perwerdeyî û kargerî ji xwendekarên zanîngehên cuda yên Sûrîyê re.