Şam-SANA
Wezîrê Perwerdehîya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî tekez kir ku wezaretê di temamkirina rêkarên pêwîst de ji bo destpêkirina pêşbirka tayînkirina endamên desteya hîndekariyê di zankoyên Sûrîyê û peymangehên bilind de qonaxeke pêşketî derbas kiriye.
Wezîr El-Helebî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Şemîyê dîyar kir ku derengketina ragihandina pêşbirkê ji ber wê yekê ye ku wezaret dixwaze ev pêşbirk hemû pisporî û pêdivîyên akademîk di zanîngeh û peymangehên bilind de li xwe bigire, û ne di çarçoveyeke teng û sînordar de be.
Wezîr el-Helebî tekez kir ku ew bi awayekî rojane vê dosyayê dişopînin, ji ber girîngîya wê di xurtkirina bingeha akademîk û kişandina jêhatîbûnên zanistî de. Wî destnîşan kir ku hûrgilîyên pêşbirkê dê yekser piştî amadebûn û pejirandina wan a fermî werin ragihandin.