Şam-SANA
Wezîrê XwendinaBilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, tekez kir ku wezaret bi hemû cidîyet û berpirsyarî dosyeya zanîngehên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê dişopîne, û vê yekê wek erkekî xwe yê neteweyî dibîne ji bo parastina paşeroja xwendekaran û misogerkirina berdewamîya pêvajoya perwerdeyê di çarçoveyên qanûnî yên zelal de.
Wezîr di daxuyanîyekê de got: “Biryar heye ku rewşa qanûnî ya van zanîngehan di civîna Encumena Xwendina Bilind ya hefteya bê de bi awayekî berfireh were nirxandin, bi awayê ku hemû babetên akademîk û rêxistinî li gorî qanûn û rêzikên Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî werin çareserkirin.”
Her wiha wezîr anî ziman: “Wezaret xwendekaran piştrast dike ku hemû fikarên wan bi awayekî rasterast tên şopandin, ji mufadeleyan bigire heta hemû dosyeyan. Wezîr, alîkarên wî û tevahîya tîma wezaretê di rewşa amadebaşîyê de ne. Biryarên ku bên girtin dê berjewendîya giştî li ber çavan bigirin, aramîya perwerdeya bilind biparêzin û berdewamîya pêvajoya xwendinê di bin sîstemeke qanûnî û rêxistinî ya xurt de misoger bikin.”