Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko ligel Balyozê Dewleta Îmaratê yê li Şamê Hemed Raşid El-Hebsî, rêyên xurtkirina hevkarîya perwerdeyê û pevguhertina pisporîyan di warê dijîtalîzekirina perwerdeyê de gotûbêj kirin.
Wezîr planên wezaretê yên derbarê veguherîna dîjîtal û perwerdeya elektronîk pêşkêş kirin û pesnê pêşbazîya îmaratî ya “Hevrikîya Xwendina Erebî” da û bal kişand ser zêdebûna hejmara xwendekarên Sûrî yên ku îsal beşdarî di wê pêşbazîyê de kirine bi armanca ku şîyanên xwe pêş bixînin.
Ji alîyê xwe ve, Balyozê Îmaratê amadebûna welatê xwe nîşan da, ji bo pevguhertina pisporîyan û piştgirîya prosesa perwerdeyê, bi awayekî ku têkeve xizmeta berjewendîyên her du welatan de.


