Şam – SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Merwan El-Helebî, tekez kir ku wezaret dosyaya qerebûkirina bijîşkên niştecî yên xwendekarên xwendina bilind li nexweşxaneyên Wezareta Xwendina Bilind û ya Tenduristîyê, dişopîne, û piştrast kir ku çavkanîya fermî derbarê vê yekê de tenê daxuyanîyên wezaretê ne.
El-Helebî dîyar kir ku qerebûkirin hemû bijîşkên niştecî bêyî ti cudahî, li xwe digre; û dê mûçeyê xwe yê sereke ku 39 hezar lîreyên nû yên Sûrîyê ne, ligel 6500 lîreyên din wekî qerebû wergirin. Her wiha biryara ku serederîya ligel bijîşkên niştecî yên li gor pergala Erebên ne-Sûrî û bîyanîyan hatine qebûlkirin, wek ya hevtayên wan be, ketiye warê cîbecîkirinê, da ku wekhevîya mafan bê misogerkirin.
Wî destnîşan kir ku dana mûçeyê sereke û pereyên lê zêde bûne, ligel mûçeyên vê mehê, berîya 30ê Tîrmehê dest pê dike, û mafên ji mehên Hezîran û Tîrmehê jî mane di nav de ne.
Her wiha anî ziman ku giştînameyeke mecbûrkirinê bo zanîngeh û nexweşxaneyan hatiye arastekirin ji bo cîbicîkirina vê biryarê bi şêweyekî yekser, û hişyarî da ku alîyên di vî warî de kêmasîyan bikin dê rûbirûyî lêpirsînê bibin, û bang kir ku zanyarîyan ji çavkanîyên fermî tenê wergirin û guh nedin gotegotan.