Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko tekez kir ku arasteya wezaretê ya ji bo tayînkirina derçûyên zanîngehan ên zîrek (yekem) bêyî pêşbirk di hejmarek beşên taybet de, di çarçoveya hevtemamkirina di navbera her du wezaretên Perwerde û Hînkirinê, û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî de tê, bi mebesta amadekirina şîyanên niştimanî (karmendên şareza) û perwerdekirina wan ji bo xizmetkirina sektora perwerdeyê.
Wezîr Tirko di daxuyanîyekê de ji SANAyê re îro Yekşemê zelal kir ku ev araste di nav hewldanên Wezareta Perwerde û Hînkirinê de tê ji bo pêşxistina pergala perwerdehîyê û bilindkirina asta karîgerîya kadroyên hînkirinê, bi awayekî ku beşdarî çareserkirina kêmasîya mêjerê û kalîteyê ya di kadroyên perwerdeyê de bibe, û dabînkirina pêdivîyên sazîyên perwerdehîyê bi kadroyên şareza misoger bike.