Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê piştrast kir ku bexşîna ji bo Sûrîyê hatiye veqetandin, ku lijneya rêveberên cîbicîkar di Banka Cîhanî de li ser razî bûye, û ji alîyê Sazîya Geşepêdana Navdewletî (IDA) ve bi bihayê 20 mîlyon dolarên Amerîkî hatiye pêşkêşkirin, qonaxeke nû di pêvajoya pêşketina peywendîya di navbera Sûrîye û koma Banka Cîhanî de piştî bi dehan salan ji qutbûnê nîşan dide.
Bernîyê di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê îro Pêncşemê dîyar kir ku ev bexşîn ya duyemîn e ku ji bo Sûrîyê tê pêşkêşkirin, û armanca wê bilindkirina şîyan, şefafîyet û berpirsyarîya bikaranîna pereyê giştî ye.
Wezîrê Darayî spasîya lijneya rêveberên cîbicîkar di Banka Cîhanî de kir, ji ber ku piştgirîya hewldanên xurtkirina rêveberîya darayî ya giştî li Sûrîyê dikin.