ŞAM-SANA
Sûrîye û Fransayê, bi bîranîna qurbanîyên êrîşa kîmyewî ya 21ê Tebaxa 2013an a li ser Xûteya Rojhilat û Me`demîyet El-Şamê li Gundewarê Şamê, bîranîna şehîdan bi rêzdarî silav kir.
Her du welatan hestên xwe yên piştevanîyê yên herî kûr bi malbatên qurbanîyan re parve kirin û tekezî li ser pabendîya xwe ya hevbeş bo piştgirîkirina hewldanên eşkerekirina rastîyê, pêkanîna dadwerîyê û hesabpirsîna ji berpirsên van tawanan kirin.
Sûrîye û Fransayê îro Înê, di daxuyanîyeke hevpar de bi helkefta salvegera 13an a vê karesatê, ragihand: Sûrîyê di navbera dawîya sala 2012an û heta hilweşîna rejîma berê di Kanûna Pêşîn a 2024an de, rûbirûyî zêdetirî 200 êrîşên bi çekên kîmyewî bûye.
Ev êrîş bûn sedema kuştina zêdetirî 1500 sivîlî ku piranî jin û zarok bûn.
Her du welatan pabendîya xwe bi têkoşîna li dijî “filitîna ji cezayê” nû kir û ev yek wekî wefadarîyekê ji bo bîranîna qurbanîyan û serketina prensîba hesabpirsînê nirxandin.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku Sûrîyê bi fermî daxwaza endamtîyê di “Hevbeşîya Navdewletî ya Nehiştina Filitîna ji Cezayê di Bikaranîna Çekên Kîmyewî de” kiriye.
Fransayê pêşwazîya vê pêngava dîrokî kir û ew wekî îradeyeke zelal ji bo xurtkirina dadwerîyê û rûbirûbûna filitîna ji cezakirinê bi nav kir.