Şam-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan ragihand ku proseyên pêşwazîkirin û birêkirina keştîyan li hemû bendergehên deryayî yên Sûrîyê di dema bêhnvedana Cejna Qurbanê ya pîroz de li gorî bernameyên karkirinê yên asayî berdewam dikin, ji ber xemxwarîya li ser misogerkirina herikîna tevgera veguhastina deryayî ku xişteyên deryavanîyê jî danor li wan nebe.
Desteyê di daxuyanîyekê de îro Duşemê zelal kir ku karê îdarî û xizmetguzarîyê dê bi rengekî demkî tenê di roja yekem a rojên cejnê de raweste, ji bo dayîna derfetê bo kadroyan da ku vê helkeftê pîroz bikin, bi şertê ku operasyonên deryayî û deryavanî yên bingehîn bêyî tu qutbûnekê berdewam bikin, bi awayekî ku berdewamîya tevgera keştîyan û proseyên barkirin û valakirina baran bi şêweyekî xwezayî misoger bike.