Şam-SANA
Wezareta Çandinîyê ragihand ku Sindoqa Piştgirîya Hilberîna Çandinîyê ya li wezaretê dê serê her kîlogramek pembû 30 lîreyên Sûrîyê ji bihayê kirîna pembûyê dendikdar ji bo werza 2025an bide.
Wezaretê di kanala xwe ya Telegramê de, îro Sêşemê dîyar kir ku Sazîya Giştî ya Kirîna Pembû ya li Wezareta Aborî û Pîşesazîyê dê ji bo her kîlogramekê 55 lîreyên Sûrîyeyê bide, da ku bihayê giştî yê kirînê bigihîje 85 lîreyên Sûrîyê ji bo her kîlogramekê.
Wezaretê da zanîn ku ev gav di çarçoveya piştgirîya kirîna berhema pembû û dabînkirina wergirtina berhemê ji cotkaran li gorî bihayên pejirandî yên werza sala 2025an tê.
Armanca Sindoqa Piştgirîya Hilberîna Çandinîyê fînansekirin û cîbicîkirina polîtîkayên çandinîyê yên hikûmî ye, ligel pêşkêşkirina piştgirîyê ji bo pêdivîyên hilberînê û berhemên stratejîk ji bo pêkanîna ewlehîya xurekê, karîgerîya aborî ya proseyên hilberînê û bihêzkirina şîyana hevrikîyê ya hilberîna çandinîyê.