Şam – SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê, îro Şemîyê, ragihand ku 407 tankerên belavkirina barên benzînê û 639 barên mazotê yên hatine xwestin bo benzînxaneyên li hemû parêzgehên Sûrîyê bi rê ketin. Wezaretê tekez kir ku dê hemû qebareyên ku ji bo îro hatine dîyarkirin bên belavkirin.
Wezaretê li ser kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku qebareya giştî ya berhemên neftê yên van tankeran, digihîje 9 mîlyon û 768 hezar lître benzîn û 15 mîlyon û 336 hezar lître mazot, ku bi giştî zêdeyî 25 mîlyon lître ji her du madeyan e.
Her weha Wezaretê bal kişand ser wê wê yekê ku ji destpêka qerebalixa li ser îstasyonên sotemenîyê ve, wê bi hevahengîya ligel şirket û dezgehên pêwendîdar ên sektora sotemenîyê, kar ji bo zêdekirina qebareya dabînkirinê û zûkirina belavkirinê kiriye, ku ev yek bûye sedema kêmbûneke berçav a qerebalixê û vegera tevgera asayî li piranîya deveran, di dema ku proseyên dabînkirin û belavkirinê berdewam in.


